Ji bo guhdarîkirinê:
Hatim dawiya xelekê. Ew xeleka bedew. Ev qonaxa dawî ye. Hê ji xwe re wiha dibêjim li rastiya xelekê hayê dibim. Dawî tune. Bê destpêk im. Dizivirim. Berdewam im. Na. Ne dewam im. Ezê rojekê bimeşim. Mimkûn e. Ew kî bû digot nizanim: Ji ew roja li ser lingên xwe edilîm û meşiyam edî careke din fêrî meşê nebûm. Fêrbûn hinekî mirin e. Carina ji xwe re dibêjim: xwezî cahilekî dera hanê bû ma. (Çi gotineke qurre.)
Lê na, di cîhê cîh de dengê wê çûka xerîb tê guhê min. Çûkeke qedîm. Diwîkîne. Dengê wê dikeve ezê ji halê xwe bedbîn. Ez li şaneşînê vezeliya me û ew li jêr. Derdên me ne yek in. Zanim. Ma mimkûn e yek bin? Ne bawer im. Carinan ji xwe re difikirim; derdê me yê herî mezin tunebûna derdekî ye. Heqet! Êdî em tu tiştekî ji xwe re nakin derd. Dibe sebeba dûrbûna me ya ji dinyê ev be. Nizanim. Naxwazim bibêjim; zeman xerab e. Lê ji dilê min tê bibêjim: Em bi kêr nayên.
Vî çendî meraq dikim; huner çi ye? Heqet bi kêrî me kê tê? Mixabin. Nizanim. Xweziya min zanebûna min e. Lê zanim; ezê qet bi vê nezanîbûna xwe nizanibim. Wî pepûû çi gotineke bi kompleks. Axir zanim tirr carekê ji qûnê derdikeve û careke din lê venagere. Ya min jî heman mesele ye. Çi xelekeke xedar. Tu carekê tevlî dibî û tu carên din jê naqetî.
Min çi digot? Huner. Bi kêrî çi tê? Wexta qal tê ser qalê, em ewila ewil behsa guherîna zemên û dinyê dikin. Mîsal; dinya çawa diguhere! Heqet ne di dawiya bîst û çar saetan de, di her kêliya rojê de diguhere dinya. Mixabin ez ji vê guherînê ditirsim. Çimkî nagihêmê. Daxilî wê nabim. Ji min dûr e û kêlî bi kêlî bêhtir dûr dikeve. Sedeq. Bi min, yek jê bikêrnehatina hunerê jî ev e. Xwe nagihîne dinyê heta tesîrê li ser me bike. Em li zemanekî dijîn ew li zemanekî dîtir. Çiqa aktuel dibe bila bibe (jixwe mottoya wê ya va salê dawî ev e) nêzî ev heyata me ya badilhewa nabe. Eger bibe, dibe kevirekî li vê qûçê zêde bike. Li kîjan qûçê? Nizanim. Tu qûçan nabînim. Cardin mixabîna xwe dixwazim. Bi heman awayî siyaset li gor xwezaya xwe ji hunerê bêhtir aktuel e. Lê ew jî nagihê vê xezebê. Lewma hingê nêz dinêrim bêhtir dûr dikevim. Hingê dibezim bêhtir disekinim. Li xwe dinêrim. Li we û li dengê çûka qedîm. Ka rehme em çi dikin? Me çi derd e? Çi hewal e?
Min aniha va tiştên li jor nivîsandî beriya we cardin xwend. Na, dibêjim. Ez xelet im. Hingê me got emê xwe bigihînin filan tiştî, dinêrim em qet negihan tu tiştî. Mixabin emê negihênê jî. Îro dinerim em bêhtir nêzî dawiya xwe ne. Heşayî hizûrê me kuta xelekan jî. Em rast li ser xetekê ne û ev xet ber bi talanê ve diçe. Wekî min got; em negihan tu tiştî lê emê bigihên wê talanê, eger ew tiştek be û eger em ji ew xeta xwe ya yekane şaş nebin.
Guh didim dengê çûka qedîm. Li şaneşînê vezeliya me. Germ e. Dawiya temûz û serê tebaxê ye. Wê îsal qurix kengî hilê nizanim. Belbî hilneyê jî. Dibêjin; ev germ, germa hijîra ye. Wê rojê li dora tûmikê hijîreke rihanî gerîyam. Li ber serê hawizekî bû. Min rast li çavê kalikeke hijîrê nerî. Nêrîna min ne xema wê bû. Şîn û kal dikeniya. Ne xema wê bûm. Xema min di textikê xwe re dernexist. Ne aktuel bû. Sekinî bû. Bê henek, bi min dikeniya. Ez çûm. Ew ma li dû. Ew ma. Ez çûm. Ew çû ez mam. Çû û ma. Ne çû û ne ma. Çû û nema.


